PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li Şingalê Qadir Qeçax da xuyakirin, ew koçberên Şingalî yên ku beriya niha vegeriyabûn ser cih û warê xwe, dîsa vedigerin kampan.
Berpirsê PDKê li Şingalê Qadir Qeçax ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye ku îsal beşek berçav ji koçberên Şingalê yên ku li nav kampên Herêma Kurdistanê de diman, vegeriyan Şingalê.
Qeçax got, lê ji ber nebûna ewlehî û aramiyê dîsa poşman bûne û dixwazin vegerin nav kampan.
Berpirsê PDKê dide zanîn, heta hêzên Pêşmerge venegerin wir û wê deverê neparêzin ti kes naxwaze vegere û dibêje; ji bilî kurdan erebên wê deverê jî daxwaza vegera Pêşmerge dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin