PeyamaKurd – Serokê Amerîka Donal Trump, dû bûyerên dawî yê ji aliye polîsan li reşikan hatin kirin, biryarnameyek nû derxist û îmze kir.
Trump di civînê de, li dijî qutkirina butçeya polîsan derket û got, ‘’Ger polîs tunebe wê anarşi çêbibe’’
Serokê Amerîka berdewam kir û got, ‘’Amerîkî qanûn û dîsîplînê dixwazin. Ger polîs tune be wê kêşe û anarşî çêbibe, ger ewlekarî tunebe wê xirabî çêbibin’’
Serokê Amerîka da zanîn ku, Civata Senatoran bo reforma polîsan li ser bernivîsekê dixebitin û amade ne li ser vê mijarê bi Kongresî re bixebitin.
Di biryarnameya hat îmzekirin de ev xalana hebûn,
- Polîsên ku hêza tund bikaranîne dê li ser sîstema federal werin qeydkirin û ew agahî dê werin parvekirin
- Heta ku bo jîyana polîs metirsî çênebe dê desteserkirina bi zexta li ser stû qedexe be
- Bo perwerdekirina polîsan ya ser karanîna hêz û kêmkirina girjîya, dê pirtir Wezareta Dadê budçeyê bide
- Di desteserkirinên bê tundûtûjî de, dema bêmal û hişbirhez tên desteserkirin dê xeynî polîsan xebatkarên din yên sîvîl jî hebin.
Di merasîma îmzeyê de Wezîrê Dadê William Barr, Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnel û hin endamên din yên Kongresî jî hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin