PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê, 10ê Îlonê, li Pîrmamê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê ya bi serokatiya Cîgirê Admîral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtaniyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku di civînê de, ku Konsula Giştî ya Brîtaniyayê Holly Tiar jî amade bû. Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtaniyayê sersaxî li Serok Barzanî kir, ji ber koça dawiyê ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanû û rêz û hurmet ji bo rolê dîrokî û bi bandor ê Serok Barzanî di avakirina aramî û bihêziyê bo Herêma Kurdistanê de nîşan da.
Di beşeke din a civînê de, dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û ewlehî ya deverê, astengiyên li pêşiya Iraq û deverê di qonaxa paşerojê de û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê li hev hatin guhertin.