PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Çînê Yi, di dema wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo seredana Çînê kir, bang li Amerîkayê kir û got:
“Em bang li Amerîkayê dikin ku têkiliyên xwe yên fermî û leşkerî ji Taywanê bibire û dev ji firotina sîlihan ya bo Taywanê berde.”
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bi sedema gotina Yi weha got: “Em li ser qaîdê yek Çînê birêve diçin.”
Berya hevdîtina her dû wezîran Li Vang bo çapemeniyê ragihand ku têkiliyên her dû dewletan di asteka nexweş de ye û wê Çîn tewrê xwe yê aştiyane dewam bide kirin.
Wezîrê Çînê got ku di şûna şer û pevçûnê de divê em bi hevre hevkariyê bikin û bi vê meşê wê her dû alî jî qezenc bikin.
Ev demeke ku navbera Amerîka û Çînê bi sedema mudaxeleya Amerîkayê ya bo Taywanê nexweşe. Navê Taywanê ya din jî Çîn a netewepereste ku nizama wê ji ya Çînê cuda ye lê milletê wan her yek millet e. Amerîka çendeyeke ku sîlihan difroşe Taywanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin