PeyamaKurd - Li Kanadayê ku yek ji welatên ku koronvirusa nifşê nû (Covid-19) lê bandorê dike heya niha 307 kesan can daye. Hat diyarkirin ku maskeyên kevn dê werin dezenfektekirin û carin werin bikaranîn
Wezareta Tendirustiya Federal a Kanadayê û Ajansa Tendirustiya Gel, dawiya heftê li seranserê welêt ji ber Covid-19ê 99 kesan jiyana xwe ji dest da û bi vî rengî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derketiye 307 kesan.
Heya niha li Kanadayê 15 hezar û 512 haletên tûşbûnê hene û 2 hezar û 942 kes jî baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine.
Seroka Tendirustiya Gelî ya Kanadayê Dr. Theresa Tam ji welatiyan xwest ku maskeyên N95 yên ku hatine bikaranîn navêjin.
Dr. Tam ragihand ku ew plan dikin maskeyên kevn dezenfekte bikin carin bikar bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin