PeyamaKurd – Hat ragihandin ku girtiyekî li Girtîgeha Silêmaniyê bi birayê xwe re cihê xwe guhertiye û firar kiriye.
Li gorî daxuyaniya Saziya Ceza û Înfazê ya Silêmaniyê, girtiyekî di saetên hevdîtinê de bi birayê xwe re cih guheriye û ji girtîgehê firar kiriye.
Li ser bûyerê, jêderekî ji Rêveberiya Giştî ya Saziyên Ceza û Îdamê ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re gotiye, “Bûyer duh di saetên serdana girtiyan de qewimî, girtiyekî bi birayê xwe re cihê xwe guhert û firar kir.”
Ji aliyê din ve Saziya Ceza û Înfazê ya Silêmaniyê ragihand ku derbarê bûyerê de komîsyoneke lêkolînê hatiye avakirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin girtiyê firakirî yê ku 2 caran cezayê îdamê lê hatibû birîn, hêj nehatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin