Dewlet li ku derê be êrisî Kurdan dike

Dewlet li ku derê be êrisî Kurdan dike

PeyamaKurd - Stenbolê foruma "Kêşeya Kurd û Polîtîkaya Hiqûqa Tecrîtê" bi rê ve çû. Ahmet Turkê ku di forûmê de axivî diyar kir, di hemû darbeyan de Kurd tên armanckirin û li ku dera dinyayê Kurdek hebe êrîşê dibin serê; Wek Efrîn û Minbicê. Dewlet divê ji polîtîkayên ewlekariyê berde, ev yek ne li fêydeya tu gelan e.

Ji aliyê Ofîsa Hiqûqa Asrin ya Abdullah Ocalan ve li ser "Kêşeya Kurd û Polîtîkaya Hiqûqa Tecrîtê" de li Taksîma Stenbolê li Otela Elît Wordê forumek hate lidarxistin. Di Forûmê de Ahmet Turk, Akin Birdal, Ayhan Bilgen, Sirri Sakik, Mir Dengir Firat, Sirri Sureyya Onder, Meral Daniş Beştaş, Serokê ÎHDê Ozturk Turkdogan, Serokê KONDAyê Bekîr Agirdir û gelek nûnerên paretiyên siyasî û saziyên medenî tê de beşdarî kirin. Di axaftina destêpkê de Ahmet Turk diyar kir, bi rêya biryarnameyên Rewşa Awarte civak ajotine nava trawmayê û zêdetirî nîvê civaka Tirkiyê jî hatiye tecrîtkirin. Turk, di heman demê da zanîn, çi dema ku dengê azadî û demokrasiyê bilind dibe dewlet li dijî Kurdan polîtîkaya terbiyekirinê dimeşîne.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got: "Li ser Birêz Ocalan û civakê polîtîkaya tecrîtê tê meşandin. Wek berê îro jî di darbeyan de Kurd têne armanckirin. Kengî dengê azadî û demokrasiyê bilind bibe dewlet berê xwe dide polîtîkayên terbiyekirina Kurdan. Polîtîkayên çewsandin û ewlekariyê feydeyê nade ti gelan. Em hewl didin ku bidin nîşan prosesa demokratîk dikare careke din dest pê bike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin