PeyamaKurd - Gundê Lihêban a nehiya Sergeran a girêdayî navçeya Dubiz a Kerkûkê ku şeva borî rastî êrîşa terorîstên DAIŞê hatibû daxwaz dike ku hêzên Pêşmerge li gundê wan bicih bibin, lê ji ber nebûna ewlehiyê çend malên mayî jî terka gund dan.
Li gorî gotinên xelkê gundê Lihêbanê, berî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an 65 malbat lgi gund hebûn û niha tenê 15 mal mane ku ew jî piştî êrîşa doh ya DAIŞê terka gund didin. Hatiye diyarkirin ku piştî êrîşê 5 malên din ji doh ve ji gund derketine. Li gorî zanyariyên dawî yên Keyayê gund dane îro Yekşemê gund bi temamî hatiye valakirin.
Gundê Lihêban di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de dimîne û gundîyan beriya niha daxwaz kiribû Pêşmerge li gundê wan were bicihkirin û heger Pêşmerge li gund neyên bicihkirin jî wê çend malên li gund mane jî ji gund derkevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin