Herêma Kurdistanê bi Rêxistina GIZ a Almanî re peymana koçberiyê îmze kir

PeyamaKurd- Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed pesnê pêwendiyên dîrokî û bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de da û ragihand, peymaneke nû ya hevtêgihiştinê ligel rêxistina GIZ a Almanî bo koçberiyê hatiye îmzekirin.
Rêber Ehmed îro 16ê Cotmehê di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir: "Pêwendiyên me yên kevn û baş ligel Almanyayê hene û cihê xwe ye ku em herdem spasiya piştgirî û hevahengiya Almanyayê û konsulxaneya wan a li Kurdistanê bikin, ku di rojên dijwar de roleke wan a berbiçav hebû."
Wezîrê Navxwe bal kişand ser alîkariyên serbazî û mirovî yên Almanyayê di şerê dijî DAIŞê de û ew wek alîkariyeke "rasterast û bi bandor" ji bo parastina Kurdistan, Pêşmerge û mirovahiyê ji rêxistinên terorîst bi nav kir.
Rêber Ehmed, behsa pêwendiyên pêşketî yên di navbera Herêma Kurdistanê û rêxistinên Almanî yên wekî GIZ û THW de kir, ku di warên pêşxistina şiyanên mirovî, alîkarîkirina aware û penaberan û piştgirîkirina kertên perwerde û tenduristiyê de roleke girîng lîstine.
Ehmed diyar kir, van rêxistinan bi rêya "Navenda Hevahengiya Qeyranan" (JCC) gelek proje, wek bernameyên "Qudra" û "Cash for Work" (Pere li hember Kar), li parêzgeh û îdareyên serbixwe bicih kirine.
Wezîrê Navxwe îmzekirina yadeşteke nû ragihand û got: "Îro careke din lihevtêgihiştineke din hat îmzekirin. Ev cara yekem e ku GIZ yadeşteke bi vî rengî ligel Wezareta Navxwe îmze dike," û ev yek wek nîşaneke kûrkirina zêdetir a pêwendiyan da zanîn.
Konsulê Almanyayê li Herêma Kurdistanê jî tekezî li ser bihêziya pêwendiyên aborî, ewlehî û civakî yên di navbera her du aliyan de kir û ragihand, welatê wî kar dike ji bo vekirina rêyên yasayî ji bo wan ciwanên xwedî pisporî ku dixwazin biçin Almanyayê.
Konsulê Almanyayê got: "Pêwîstiya Almanyayê bi karkerên xwedî pisporî heye" û di vî warî de, ew plan dikin ku alîkariya ciwanên Kurd bikin. Herwiha diyar kir: "Ji bo vê mebestê, JCC û Bernameya Pêşxistina Koçê, bi hevkariya Herêma Kurdistanê, kar dikin da ku alîkariya ciwanan bikin ku bi rêyeke yasayî bigihîjin Almanyayê."
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




