Ji sedî 20ê dahata Deriyê Kelê ji navçeya Pişderê re hat terxan kirin

Ji sedî 20ê dahata Deriyê Kelê ji navçeya Pişderê re hat terxan kirin

PeyamaKurd- Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşek ji dahata Deriyê Kêlê ji bo projeyên neqediyayî yên navçeya Pişder a girêdayî Îdareya Serbixwe ya Raperînê hate terxankirin.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi nivîsara hejmar 12909 doh 15ê Cotmehê bi nivîsarekê daxwazeke Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê pejirand.

Di nivîsara Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî terxankirina 20% ya dahata Deriyê Kêlê bi awayê kaş ji bo temamkirina projeyên berdewam û rawestandî yên qezaya Pişderê li Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê pejirand.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.