Mesrûr Barzanî: Şerê sereke yê siyasî li Bexdayê ye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, di karnavaleke mezin a bangewaziya hilbijartinê de li Hewlêrê ragihand ku hevrikiya siyasî ya rastîn êdî ne li nava Herêma Kurdistanê, lê li Bexdayê ye.
Mesrûr Barzanî aliyên din ên siyasî bi wê yekê tawanbar kir ku ji bo têkbirina PDKyê ya li Bexdayê bi neyarên Kurdistanê re "dest kirine yek" û hewl dane budceya Herêmê bibirrin.
Îro, 16ê Cotmeha 2025an, di ahenga piştgiriya lîsteya 275an a PDKyê de, Mesrûr Barzanî di gotarekê de got, "Li Kurdistanê tu rikeberek ji PDKyê re nemaye. Wan Bexda hilbijartiye da ku li wir dijminatiya Herêma Kurdistanê bikin û rê li ber serkeftinên me bigirin. Ji ber vê yekê divê em bi hêzeke mezin biçin Bexdayê û şerê li ser mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin."
Wî bi tundî rexne li rikberan girt û îdia kir ku ew ji bo lawazkirina PDKyê, amade bûn zirarê bigihînin hemû gelê Kurdistanê. Wî got, "Ji bo ku PDKyê bişkînin, amade bûn we hemûyan bişkînin. Lê yê ku parêzerê rastîn ê mafên gelê Kurdistanê bûye, PDK bûye."
Her weha bang li aliyên din kir ku "bi tenê yek destkeftiyekê" ku bêyî PDK ji bo Kurdistanê bi dest xistine, nîşan bidin.
Di dawiya axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî bang li hemû welatiyan kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsteya PDKyê da ku "rê li ber pîlanan were girtin" û nûnerên bihêz ji bo parastina mafên destûrî, budce û navçeyên Kurdistanî bişînin Parlamentoya Iraqê.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




