PeyamaKurd – Cîgira sekreterê giştî ya NY Rosemary DiCarlo ragihand ku di hevdîtinên peymana nuklerî ya bi Îranê (KOEP) re heya niha ti pêşdeçûn çênebûye. DiCarlo got ku terefên peymanê divê zûtir di navbera xwe de diyalogê çêbikin. DiCarlo axaftina xwe di civîna KENY (konseya ewlehiyê ya NY) de ya li ser KOEP ê de kir û got ku çareseriya tekane rê ya nuklerî bi Îranê re ew e ku pê re diyalogê deynin.
DiCarlo, car din daxwaza sekreterê giştî yê NY ya Antonio Guterres dubare kir û xwest ku dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê yên di derbarê KOEP ê de rakin.
DiCarlo her weha bang li Îranê kir ku li gor KOEPê berpirsiyariyên xwe bicîh bîne û heya niha di muzakereyan de ti pêşdeçûn nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin