PeyamaKurd – Li Efrînê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 4 ciwan ji gundê Hekiçê revandin.
Li gor çavkaniyeke ji Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê diyar kiriye, koma Polîsê Leşkerî roja 28/1/2022an girt ser gundê Hêkiçê yê ser bi navçeya Cindirêsê û 4 ciwan revandin.
Navên xortên hatine revandin wiha ne: Şêrhat Zeîm Hesen, Ridwan Reşîd Miho, Ebdulqadir Reşîd Hesen û Ziyad Arif Miho.
Herwiha zanyarî eşkere dikin, Şêrhat Zeîm Hesen berê di sala 2020an de ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û piştî fidye da, hat azadkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin