PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê, li bajarê Hakkariyê li navçeya Şemzînanê, nêzî sînor leşkerên Îranê dest danîn ser 970 heb heywanan (mî)û 4 şivanên Kurd jî binçav kirin.
Sedema ku Îran bo girtina heywan û şivanan dide pêş, dibêjin ku sînorê Îranê derbas kirine. Gundiyên deverê bo heywan û şivanan ji destê rayedarên Îranê bistînin, rayedarên dewleta Tirkiyê agahdar kirine.
Şivan heywanên xwe birine nêzî sînor da wan biçêrînin lê hatine girtin. Gundiyên xwediyê heywanan dibêjin ku heywan û şivanên bi hevre tev birine bajarê Urmiyê û ev bo gundiyan serweteka mezine.
Mijar heya niha hêj çareser nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin