Îro ji rojan Helebce ye: Birîna 37 salan nekewiyayî

Îro ji rojan Helebce ye: Birîna 37 salan nekewiyayî

PeyamaKurd – Îro ji rojan Helebce ye. Bi ser komkujiya Helebce de 37 sal derbas bûn. Di 16ê Adara 1988an de, bi fermana Dîktatorê rejîma Baas a Iraqê Sedam Husên bombeyên kîmyewî bi ser Helebceyê de hatin barandin.

Jin, zarok û pîrûkal jî di nav de, herî kêm 5 hezar kurdên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Ev êrîş piştî Hîroşîma û Nagazakî weke mezintirîn êrîşa kîmyayî di dîroka cîhana nûjen de hatiye tomarkirin.

Birîna Komkujiya Helepceyê hîn jî wek roja ewil tê hîskirin û bandora wê êrîşê li ser herêmê didome.

Ji bo salvegera Komkujiya Helebceyê îro li hemû cihên ku Kurd lê dijîn bi taybet li Herêma Kurdistanê bernameyên cuda yên bîranînê tên lidarxistin. Bîranîna li bajarê Helebce danê sibê li Bîrdariya Şehîdan destpê dike. Her sal bi bernameyên cuda û danîna destegulan li ber bîrdariya şehîdên Helebceyê merasîm têne sazkirin. Herwiha li demjimêr 10:55an deqeyek rêz tê girtin ku ew dema destpêkirina êrîşê ye.

"Komkujiya Helebceyê" ketiye dîroka reş. Ev komkujî qonaxa herî bi êş û dawî ya Jenosîda Enfalê bû ku rejîma Baas a bi pêşengiya Sedam Huseyîn di navbera salên 1986-1989an de bi awayekî sîstematîk li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Gazên "bêhna sêvan" bajar dorpêç kirin. Dema êrîşa duyemîn destpê kir, bêhneke xurt belav bû. Kesên ku şahidê wan kêliyan bûne dibêjin ku di nava çend deqeyan de gazên "bêhna sêvan" ên di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, li tevahiya bajêr belav bûne. Giyandarên Helebce yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn hîs kirin, yek bi yek ketin erdê.

Li gorî hin çavkaniyan 6 hezar û 357 kes bi jehrê can dane û 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Di dema Qirkirina Enfalê de ku di 12ê Adara 1986an de destpê kir û di 7ê Hezîrana 1989an de bi dawî bû, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4500 gund û 30 navçe hatin wêrankirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.

Sozên hatin dayîn pêk nehatin

Sadam Huseyîn ku di sala 2003an de ji desthilatdariyê hat xistin, di çarçoveya Komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdan de ji kuştina 180 hezar kesan hat darizandin û berpirsyar hat dîtin.

Lê di sala 2006an de piştî ku ji ber Komkujiya Duceylê cezayê îdamê wergirt, hate darvekirin. Piştî mirina wî, ji ber ku li dijî Kurdan "jenosîd" kiriye hat darizandin û sûcdar hat dîtin.

Pismamê Seddam Huseyîn, Elî Hesen El Mecîd bi nasnavê "Elî Kîmyawî" di sala 2010an de ji ber fermana êrîşên bi gaza jehrî, di nav de Komkujiya Helebceyê, hatibû îdamkirin.

Di 1ê Adara 2011an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Komkujiya Helebceyê weke jenosîd qebûl kir. Tevî ku ev biryar ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin, jî Bexdayê alîkariya pêwîst neda malbatên Helebceyê û soza qerebûkirinê heta niha jî bicih neanî.

Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.