Îstîxbarata Îranê li Mahabadê Şivan Alizadeh xist bin çav

Îstîxbarata Îranê li Mahabadê Şivan Alizadeh xist bin çav

PeyamaKurd – Rayedarên Îranê li seranserê Îranê û Kurdistanê operasyonan dikin, Kurd, Belûcî û Azeriyan digrin, wan dixin bin çav, li wan îşkence dikin, dixin zîndanan û kes nizane wan dibin ku derê û bi çi sûcan tên tewankirin.

Do, li bajarê Mahabadê hêzên îstîxbaratê avêtin ser mala Şivan Elîzadeh (37), ew xistin bin çav û kes nizane birine ku derê. Li gor agahiyên ku gihane Hengawê; li mala Elîzadeh geriyane û bi şiddetê ew xistine bin çav.

Ji malbatê re sûcê wî negotine, negotinê dê bibin ku derê û ti biryara dadgehê li ser binçavkirina wî nîne.