Ji bo 6emîn salvegera azadkirina Kobanî dest bi çandina 1000 daran kirin

Ji bo 6emîn salvegera azadkirina Kobanî dest bi çandina 1000 daran kirin

PeyamaKurd –  Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, partî û rêxistinên sivîl, bi boneya 6emîn salvegera azadkirina Kobanî, do dest bi çandina 1000 daran kirin.

Bi boneya 6emîn salvegera azadkirina Kobanî, bi Yekîtiya Parêzeran re, partî û rêxistinên sivîl, do 26ê Çileya 2021an dest bi çandina 1000 daran kirin.

Dar li beşê rojavayê bajêr hatin çandin û Yekîtiya Parêzeran diyar dike, ku ew çalakî weke peyamekê ye ji bo yekrêziya di navbera Kurdan de.

Xelkê bajêr destnîşan dikin, xelkê Kobanî girêdayî axa xwe ne ku DAIŞê jî nikaribû wan ji axê qut bike.

Parêzer Celal Şêxo daye zanîn: “Me wek Yekîtiya Parêzeran xwest di salvegera rizgarkirina Kobanî de bajarê xwe bi projeyekê wiha bibîr bînin û me xwest em nîşan bidin ku em girêdayê erd û axa ne. Çandina darê nîşana aştî û girêdana mirov bi erdê ve ye. Îro hemû aliyên siyasî li Kobanî hatine ba hev û bi yek dest daran diçînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin