Ji PKKê daxuyanî: 4 gerîlayan can da, dronek hat xistin

Ji PKKê daxuyanî: 4 gerîlayan can da, dronek hat xistin

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPGê ragihand ku li qada Kirê Kor a Îdirê droneke ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin û di êrîşa hewayî ya li ser Xakûrkê de jî 4 gerîlayên wan şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniya HPGê, doh 20ê Mijdarê saet di 20.00an de li qada Kirê Kor a Îdirê hêzên wan droneke keşfê ya artêşa Tirkiyê anîne xwar û balafirên şer jî 20ê Mijdarê  saet di navbera 10.00 û 11.30an de herêmên Dola Botê ya Qendîlê, Gelîyê Goşînê û Çilûçar  a Xakurkê bombebaran kirine.

HPGê ragihand ku di encama bombardimana ser Xakûrkê de 4 hevalên wan şehîd bûne û ew dê nasnameyên wan piştre eşkere bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin