PeyamaKurd – Bazirganê kurd, Demawend Kemangerê (40) Kamyarana Rojhilatê Kurdistanê, bi hedefgirtina rasterast a hêzên Rejîma Îslamî ya Îranê li ser rêya Kerecê hatiye qetilkirin.
Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov ya Hengawê radigihîne; êvara sêşemiya 17ê kanûna 2024an, Demawend Kemanger, bavê 2 zarokan û xelkê gundê “Tefîn” û rûniştiyê bajarê Kamyaranê ji ber birînên xwe yên ji ber hedefgirtina guleyên hêzên Rejîma Îranê li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest daye.
Li gorî çavkaniyên agahdar, Demawend Kemanger roja yekşemê 15ê kanûna 2024an, bi îdiaya “kirîna kelûpelên qaçax”, ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve bûye armanca guleyan.
Hengaw bi bîr dixe ku ev bazirganê kurd piştî ku bi 3 guleyan bi xedarî birîndar dibe, ketiye komayê û ew rakirine nexweşxaneyeke li Tehranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin