Kurdistan | Jineke Xirîstiyan li Zaxoyê dibe saredar

Kurdistan | Jineke Xirîstiyan li Zaxoyê dibe saredar

PeyamaKurd – Ji bo cara yekem, jinek li Zaxoyê dibe seroka şarederiyekê ku ew jî endezyar Mardîn Hîkmet e û ji pêkhateya Xirîstiyan a Kildanî ye.

Mardîn Hîkmet 7 sal in di peywirên cuda de kar kiriye û niha jî li qezaya Rizgarî ji bo peywira Seroka Şaredariya Îbrahîm Xelîl hatiye destnîşankirin.

Mardîn Hîkmet ji K24ê re daye xuyakirin, “Ez ji Xirîstiyanên ji gundê Pêşxabûr im. Min endezyariya şaristanî li zankoya Duhokê xwendiye, niha jî li şaredariya Îbrahîm Xelîl min dest bi kar kir."

Wek pêkvejiyana hemû netewe û olan li Zaxoyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dayîna peywirên hikûmetê li sînorê Zaxo de, ti cûdahiyê naxe navbera pêkhateyan.

Qeymeqamê Zaxo Botan Muhsîn dibêje: “Em wek Hikûmet, ti carî me cudahî nexistiya navbera pêkhatiyan. Wek mînak, Seroka Şaredariya Rizgarî, hem jin e û hem Xirîstiyan e. Rêveberê Elektirîka Zaxo Ermen e, Rêvebera Banka Hêzil jî Ermen e û Serokê Şaredariya Bêrsivê jî Xirîstiyan e.”

Zaxo wek nimûneya pêkvehiyana olan tê zanîn, xelkê Misliman, Xirîstiyan, Êzidî, Kildan, Siryan, Aşûr û Ermen bi hev re dîjin û hemû wek hev mafên wan parastî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin