PeyamaKurd - Seroke Şaxa OHDê ya Amedê Bawer Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê 250 gor hatine rûxandin û êrişan wek “hiqûqa dijminatiyê” bi navkir.
Şandeyek Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê çû serdana Goristana Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê ku hatibû rûxandin û lêkolînan kirin.
Şandeya OHDê derbarê rûxandina goran de raportek amade kir û destnîşan kir ku ew dê li ser êrişan serî li dadgehên navnetewî bidin
Serokê OHDê Parêzer Bawer Mizrak têkildarî lêkolînên pêk anîne axivî. Mizrak êrişên li dijî goristanan wek 'nîşaneya hiqûqa dijminiya li ser kurdan' nirxand û got:
“Di çend mehên dawî de li ser cenaze û goristanan êrişên pir cidî tên kirin. Tişta ku tînin serê cenazeyan, goran û goristanan hiqûqa dijminatiyê ye. Êrişên li ser goristanan nemaze piştî bidawînkirina pêvajoya çareseriyê zêde bûne. Me tespît kir ku li Licê, li Farqînê, li Erdîşê, li Geverê, li Çewligê, li Heskîfê li dijî goristanan êrişên tund hatine kirin.”
Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê ya Licê herî dawî di 29ê Gulanê de li dijî goran êriş pêk hatiye û wiha got: Li gorî lêkolîna me ya dawiyê, 250 gor hatine rûxandin û me ev yek tespît kir.”
Mizrak got ew bibin şopdarê ne û dê di demên pêş de ji bo rûxandin û êrişên li ser goristanan serî li sazî û rêxistinên navdewletî bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin