MHP: Ji vir pêde siyaseta me serdest e!

MHP: Ji vir pêde siyaseta me serdest e!

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê MHPê (Partiya Tevgera Netewperwer) got ku 49 wekîlên me xwedî roleke pir krîtîk in. Ji vir pêde peyva me girîng e.

Alîkarê Serokê MHPê Sefer Aycan di derbarê encamên hilbijartina 24ê Hezîranê de axivî û got ku di vê hilbijartinê de Partiya me hem partiya AKP (Partiya Edalet û Pêşveçûnê) û hem jî Recep Tayyip Erdogan xilas kir.

Sefer Aycan wiha berdewam kir: Di vê hilbijartinê de yê herî serkeftî Partiya MHPê ye. Yê dî jî Recep Tayyip Erdogan e. Lê me Erdogan xilas kir û 49 wekîlên me pir krîtîk in. Ji vir pêde em çi bibêjin, wê ew bibe. Me hem meclîs xilas kir hem dewlet. Bila her kes vê yekê wiha bizanibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin