PeyamaKurd - Bi lêkolînên vê dawiyê derket hole ku ciwanên ku xwarinên fast foodê dixwin hejmara spermên wan kêm dibin û zêdetir nemêr dibin.
Bi lêkolîneke zanistî ku bi 3 hezar ciwanan rehatiye kirin derketiye holê ku, xwarinên ku bi rûnê zêde hatine çêkirin (pîzza, patatezên qelandî) hejmara sperman kêm dike û dike ku mirov nemêr bibin, bi gotineke din zarokên wan çênebin.
Heman lêkolînê derxistiye holê ku goştê masî û mirîşkan, sewze û mêwe rêjeya sperman zêde dike. Di deh salên dawiyê de her diçe hejmara sperman kêm dibe. Lêkolînên li ser vê babetê derdixin holê ku sedema kêmbûna sperman şêweyê xwarin û vexwarinê ye.
Zanîngeha Harwardê di lêkolîna xwe ya nû de tesbît kir ku xwarin û vexwarina nebaş di îhtimala mirovan a bavbûnê de bi bandor e.
Ji Zanîngeha Sheffielê pisporê mijarê Allan Pacey jî li ser mijarê ragihand ku xwarin û vexwarina nebaş a di ciwaniyê de dibe encamên xirab derxe holê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin