Li ser Ziman û Edebiyata Kurdî ya dema îro, me çend pirs ji nivîskarê Kurd “Konê Reş” kirin. Mamosteyê hêja li ser vê mijara girîng nêrînên xwe bi “PeyamaKurd” re leva kirin.
Konê Reş: Têkiliya min bi zimanê Kurdî re ji gundê min Doda dest pê kiriye. Ev gundê ku, kesî jê, ne bi zimanê Erebî û ne bi zimanê Tirkî zanîbû.. Di nav wê trajediya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedîkirin. Gelek caran bi seydayê Cegerxwîn re rûdiniştim. Hingî, min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê Erebî dinivîsand. Carekê min jê pirsî; Seyda! Tu bi zimanê erebî an bi zimanê kurdî bêtir kare his û hestê xwe bînî der? Seyda Beşişî û li min vegerand; bi Kurdî… Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.
Di sala 1977an de li Elmanya Rojava, bi şahî çav bi rojnameya (Roja Welat) diketim, bi Kurdî û Tirkî bû. Piştî vegera min a Qamişlo di sala 197’an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di warekî biçûk de bû, ji ber ku ziman qedexe bû.
Jixwe, berî ku ez herim Elmanya, çûn û hatina min li cem van ronakbîr û zanayên kurdan hebû wek: Cegerxwîn, Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar), Osman Sebrî, mala wî li Şamê bû û vê paşiyê Rewşen Bedirxan, Seydayê Tîrêj...
Di 12 êlûna 1980yî de, piştî derbeya Kanan Evren li Tirkiyê û hatina karwanê xortên şoreşger ji bakurê welat bajarê Qamişlo, diçûm cem wan. Ji min we ye ew bi her tiştên ziman û rewşenbîriya kurdî ji me bêtir zanin..!
Ez Dr. Celîlê Celîl wek mamostayekî ji xwe re, di warê eşq û danheva folklorê kurdî de dibînim. Di warê nivîsandina gotaran de jî, ez ji (Tîr) ya Musa Anter ewa ku di rojnameya WELAT de li Stenbolê dihat weşandin û ji (Bexçe) yê Kemal Burkayî (Ferhad Can), ewa ku di rojnameya RONAHÎ de, ew jî li Stenbolê dihat weşandin, fêrî nivîsandina gotaran bûme. Jixwe kêfxweş dibim ku şagirtekî Mîr Celadet Bedirxan bim. Di adara 1989an de min û hevalekî xwe, kovarek bi navê (Gurzek Gul), folklorî û çandî bi Kurdiya Latînî li Qamişlo weşand. Ev yekemîn kovara serbixwe bû di nav kurdên Sûriyê de. Ta niha berhemên min di 60 rojame û kovaran de hatine belavkirin. Jixwe berî nivîsandina bi kurdî, min jî wek gelekan bi erebî dinivîsand. Ez bawerim min dirêj kir..
Hin ji berhemên min:
- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991
- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997
- Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê erebî ye.
- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000, bi erebî ye.
- Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997
- Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006.
- Welato!, Helbest, Beyrût, 1998
- Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001
- Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004
- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006
- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê 2010.
- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993
- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
- Helbestên zarokan: Amed (Diyarbekir) 2013.
- Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 - 2012, , Duhok 2013.
- Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.
- Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan): Bi zimanê Erebî ye, Qamişlo 2016.
- Kurdên Êzidî li Sûriyê: Qamişlo 2017.
- Ji Geşt û Serdanên Min: Ev pirtûk germane ye. (Voyages Literature), Qamişlo 2017.
- Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs, çapek nû ye. Qamişlo 2017.
- Gurzek Êş: Helbest, wergerandina zimanê Erebî Xalis Musewir, Qamişlo 2017.
Digel ku çend berhemên min yên din amade ne ji çapkirinê re..
2- Tu bi taybet li ser jiyana şexsiyetên cûda gotaran dinivîsî, armanca te di vê xebatê de çi ye?
-Konê Reş: Armanca min ew e ku em li kevnê xwe xwedî derkevin û biparêzin. Da ku em karibin di pêşerojê de tiştekî nû û çak ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Ji ber ku ew bingehê me ne û "Her geyak li ser koka xwe şîn dibe". Sebaretî nivîsandinên min li dor navdarên kurdan; bûyer û rojên dîrokî di jiyana kurdan de ku nifşê nûhatî agahdarî dîroka xwe bibin. Ew kesayetî beşek in ji dîroka me. Ew nifşê ku di bin bandora zimanê Erebî, Tirkî û Farsî de mezin bûye, kêm ji wan serwextî navdarên welatê xwe ne û bûyerên welatê xwe nas nakin. Wek ku çawa ji me tê xwestin em bingehê pirtûkxaneya xwe bi zimanê xwe deynin, wiha ji me tê xwestin em nifşê nûhatî serwextî şoreş, navdar û bûyerên welatê xwe bikin. Di baweriya min de hebûna me ya îro bi saya wan navdara ye. Çendî em wan bi bîr bînin û navê wan biparêzin, em hebûna xwe diparêzin. Ew kok û rehên me ne. Dawî; ku ez û tu wan bi bîr neyînin ma wê kî wan bi bîr bîne?!
3.Li Rojhilata Navîn, bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê, kêm nivîskar alfabeya latinî bi kar tînin, ji wan yek jî tu yî, gelo sedema bikaranîna alfebeya latinî ji bo te çi ye?
-Xweş e ku ez bi gotineke Mîr Celadet Bedirxan dest bi bersiva vê pirsa te bikim: "Yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de, gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin." Hawar, hej. 10, sal 1932
Di sala 1932an de, Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawarê li Şamê, bi tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland. Hingê Celadet, li yekîtiya Kurdan digeriya. Ji ber ku wî, yekîtiya Kurdan di yekîtiya ziman a bi tîpên latînî de didît. Helbet yekîtiya ziman, di yekîtiya tipan de ye. Bêguman elfabeya mîr Celadet Bedirxan têra şêwezarê kurmanciya bakur û başûrî Kurdistanê dike û bêtir li bejn û bala zimanê me tê kirin, bêtir ji tîpên Farsî.
Ji ber ku em zarokên Melayê Cizîrî ne, zarokên Ehmedê Xanî ne, zarokên Mîr Miqdad, Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Ebdulrezaq Bedirxan in, em zarokên rojnameya ‘Kurdistan’a dayik in, em zarokên Kovara ‘Hawar’, ‘Roja Nû’, ‘Ronahî’ û ‘Stêr’ in, em zarokên wan tîpên ku Mîr Celadet Bedirxan ji me re danîne. Em zarokên Enwerê Mayî, Mûsa Anter, Adîp Karahan, Salih Elyûsifî, Husên Deniz, Qedrî Can, Cegerxwîn, Osman Sebrî ne. Îro em dilşad û bextiyar in ku piraniya kurdan berê xwe dane nivîsandina bi zimanê kurdî tîpên latînî. Eger ziman ne di pileya pêşîn de be, bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxive û wiha kêşeya gelê Kurd çareser dibe û namîne..! Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran namîne û di encam de taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Şîrîn, Siyamend û Xecê bin gor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bişewitînin..?!!
4- Rewşa çapkirina pirtukên Kurdî li Rojavayê di çi astê de ye?
-Rewşa çapkirina pitûkên bi zimanê Kurdî gelekî xerab e. Nexasim piştî eva ku nav lê kirine Şoreş ku em pê hatin basko kirin. Berê, me bi pereyên zêde, berhemên xwe di çapxaneyên Şam û Helebê de çap dikirin, ew rêk jî, ji ber me hatiye birîn. Vêca ji neçarî em pirtûkên xwe kopi diweşînin û berê xwe didin başûr, bakur.. Ji xwe ew kovar û rojnameyên rêxistinan, êdî nema wek berê têne weşandin. Xwendin bi hebûna pirtûk û kovara ye, ku pirtûk û kovarên bi zimanê kurdî nebin, bêguman wê xwendevan jî nebin. Bi tevayî dikarim bibêjim ku çapemeniya bi zimanê Kurdî bi paş de vegeriyaye wiha jî nivîskarên bi zimanê kurdî kêm bûne. Sed mixabin ku guhdana Partiyên Kurd ên Binxetê bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e. Di warê pratîk de, zimanê kurdî di pileya dawî de ye. Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin. Ez ne bawer im ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne.
5- Li gorî te edebiyeta Kurdî vêga gihiştiye çi astê?
-Bi saya intelektuelên kurd yên dilsoz û wefadar edebiyata me bi pêş de dikulkule.. Hin hewildanên baş hatine avêtin û tên avêtin.. Ez geşbîn im.
6-Xwendin û firotina pirtûkên Kurdî li Rojava çawa ye?
-Xwendin û firotina pirtûkan gelekî gelekî qels û lawaz e.
7-Berhemên te yê nû yên ber çapê ne hene? çi hene?
-Belê, niha 7 pirtpkên min ji çape re amade ne. Ji wan Sê roman in.
Hevpeyvîn: Navdar Nenas
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin