Li Akçakale jina pê li mayînê kir giran birîndar bû

Li Akçakale jina pê li mayînê kir giran birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajare Rihayê li navça Akçakale li taxa an gundê Hurriyetê jinekî, di wexta heywanên xwe diçêrand, bi şaşî ket herêma qedexe ya mayîn çandîbû û pê li mayînê kir.

Jina bi navê Vatha T. (60) dema heywanên xwe bir ser xetta sînor û heywanên xwe çêrand, bûyer qewimî. Dema rûdan çêbû, tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndarê bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Akçakale. Hat ragihandin ku rewşa jina birîndar xedar e.