Li Batmanê 'Festîwala Kozluk Şehr-i Zor ya Xweza, Çand û Geştiyariyê” hat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Hezo (Kozluk) 'Festîwala Kozluk Şehr-i Zor ya Xweza, Çand û Geştiyariyê” hat kirin. Cara yekem li ser Çemê Xerza di festîwalê de rafting hat kirin.
Festîwal bi hevkariya şaredariya Hezo û qeymeqamiyê hat kirin. Di festîwalê de parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp, qeymeqamê Hezo Ekrem Güngör, hevserokê şaredariya Kozluk (Hezo) Veysi Işık û gelek hemwelatî hebûn.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




