Serok Barzanî û Elî Qeredaxî pêşeroja Kurdên Sûriyê û pêvajoya li Tirkiyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî, îro Sêşemê civîyan.
Di hevdîtinê de, pêşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêdiviya piştbestina aliyên Sûriyeyê bi awayê aştiyane û diyalogê ji bo çareseriya kêşeyan gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî guhertinên deverê û pêşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêdivîya piştbestina aliyên Sûriyeyê bi awayê aştiyane û diyalogê ji bo çareseriya kêşeyan li hev guhertin.
Herwiha helsengandina erênî ji bo xwestek û pêngavên aliyên siyasî yên Tirkiyeyê hat kirin, ku wekî pêvajoya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê tên avêtin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federalî jî mijarên beşeke din a hevdîtinê bûn. Herwiha ronahî xistin ser pêngav û danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




