Li Çewligê erdhejeke bihêz çêbû

Li Çewligê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi tundiya 4.2 rû da.

Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn AFADê ragihand, îro 26ê Tîrmehê danê êvarê li demjimêr 18:27 erdhejek çêbû.

Li gorî daneyên AFADê navenda erdhejê navçeya Karliova ya Çewligê ye û kûrahiya wê jî 11.88 kîlometre bûye.

Piştî vê erdheja ku bû sedema tirs û panîkê ti ziyanek hîn nehatiye ragihandin.