Li Diyarbekirê 2 malbat bi hev ketin, 11 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê 2 malbat bi hev ketin, 11 kes birîndar bûn

PeyamaKurd-Li Bakûrê Kurdistanê, li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, 2 malbat pevçûn. Di encama pevçûnê de 11 kes birîndar bûn, rewşa 3 ji wan birîndaran giran e.

Li navçeya Farqînê, li Gundê Çîçika, malbatên Munar û Atag li ser erd û zeviyan bi hev ketin û bi çekan, kêr û keviran êrîşî hev kirin. Li ser agahdarkirina şêniyên deverê, tîmên tenduristiyê û jenderme hatin cihê bûyerê. Birîndar ji bo Nexweşxaneya Farqînê hatin veguhestin û di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo ku bûyer car din rû nede, li herêmê bergirên ewlehiyê yên leşkerî hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin