Li Erzeromê bablîsok rabû û ser xaniyan bê sitar man

Li Erzeromê bablîsok rabû û ser xaniyan bê sitar man

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Erzeromê bi taybetî li navça Palandokenê li taxa Abdurahman Xazî bablîsok (ecac) rabû û ser banên xanî û garajan bê sitar hişt.

Xaniyên ku serê wan tazî man, xwediyên xaniyan bêçare kir û nema karibûn çareyekî bibînin. Li ser xesarên ser xaniyan û garajan, xwediyên xaniyan seredana rêxistina AFAD ê kirin. AFAD li ciyên bablîsok (ecac) rabû, tesbîta zerar û ziyanên xelkê kirin.

Serê xaniyan, garaj û tenûran bi temamî niha valane û alavên çatiyên wan tev ketine erdê an bayê bi cihekî dinê ve biriye. Eger di vê rewşê de baran were an serma zêde hebe, wê xelkê malbatan perîşan bibe. Niha xelk nizane çi bike û dixwazin ku dewlet alîkariya wan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin