Li girtîgeha Îlamê girtiyekî nexwes can da

Li girtîgeha Îlamê girtiyekî nexwes can da

PeyamaKurd Li girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî nexweş can da.

Li gor Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê diyar kir, roja Înê welatiyekî bi navê Îbrahîm Cewherî yê 55 salî û xelkê bajarê Îlamê, li Girtîgeha Navendî ya Îlamê rewşa tendirustiya wî xerab bûye û ji bo beşa tendirustiyê ya girtîgehê hatiye veguhestin.

Rapor destnîşan dike, ew kes tevî têkçûna rewşa tendirustiya wî hatiye girtin, berpirsên îdareya tendirustiya girtîgeha Îlamê, rê nedane ji bo nexweşxaneyê were veguhestin û di heyama 2 saetan de ji bo cihê xwe yê girtîgehê hat vegerandin.

Girtiyê bi navê Îbrahîm Cewherî ku nexweşiya wî ya tansiyona bilind, piştî çend saetan rewşa wî careke din xirab bû û dema veguhestin bo beşa tendirustiyê ya girtîgehê can da.

Li gor zanyariyan, Îbrahîm Cewherî ji ber ku mehra hevjîna xwe nedaye hatibû girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin