Li Kerkûkê polîsek hate kuştin

Dîroka Weşanê :
Li Kerkûkê polîsek hate kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Kerkûkê efserê polîs û rêvebirê berê yê Navenda Polîsan a Erefeyê Zeyd Adil îro 19ê Kanûnê nava rojê di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şwanî da xuyakirin, Zeyd Adil Sebîh Cercîs li Taxa Erefeyê li nêzîkî mala xwe bi demançeyê gule lê hatiye reşandin û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan, 3 kesan ji nav otomobîlekê gule li Zeyd reşandine û 4 gule lê ketine. Ji ber guleyên li stû û sînga Zeyd ketine dema rakirine nexweşxaneyê can daye.

Zeyd Adil zewicî bû û bavê 3 zarokan bû. Beriya ku were kuştin, li rêvebiriya Polîsan a Kerkûkê Berpirsê Beşa Bicîkirina Têbîniyan a Wezîrê Karên Navxwe bû.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.