Li Midyadê TIR û kamyon li hev ketin û ajotvanê kamyonê mir

Li Midyadê TIR û kamyon li hev ketin û ajotvanê kamyonê mir

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li ser rêya Midyad-Nisêbînê li dora gundê Hêştirek (Ortaçarşı) kamyona ku Mehmet K. dajot bi treylerekî re li hev ket.

Ajotvanê kamyonê Mehmet K. di kamyonê de asê ma û tîmên îtfaiyê ew ji kamyonê derxistin. Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxana dewletê ya navça Midyadê.

Lê ajotvanê kamyonê li nexweşxanê can da.