PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Oltuyê ambulans û traktorekî li ser rêya Erzerom-Ardaxanê li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên tenmdursitiyê, cendirme, AFAD û îtfaiyê çûn ciyê qezayê.
AFAD û îtfaiye ew kesên di erebeyan de asê mabûn, derxistin. Ajotvanên birîndar F.A, R.P û xebatkarên tenduristiyê G.C. û M.Ü.İ, piştî mudaxeleya li ciyê bûyerê wan birin nexweşxana dewletê ya navça Oltuyê.
Hat ragihandfin ku rewşa birîndaran başe û jiyana wan di talûkê de nîne.