Ambulans û jeepekî li hev ketin: 10 kes birîndar bûn

Ambulans û jeepekî li hev ketin: 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Xelatê (Ahlat) ambûlansekî û jeepekî li hev ketin û 10 kes birîndar bûn ku di nava wan 2 kes wezîfedarên tîma tenduristiyê hene. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Ambulans ji navça Adılcewazê diçû navça Tetwanê û B.Ç.dajot. Li nava Xelatê ambulans û jeepa ku G.Y.K. dajot li hev ketin. Li ser agahdarkirina tîmên 112an, polîs û tîmên tenduristiyê gihan ciyê qezayê.

Di qezayê de 2 kesên teknîsyenên tibê yên tîma lezgîn û û 8 kesên di jeepê de bûn birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajarê Bedlîsê yên cuda û halê wan baş e.