Li Qoserê şer: Çar kes birîndar bûn, yek bi giranî

Li Qoserê şer: Çar kes birîndar bûn, yek bi giranî

PeyamaKurd – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di şerekî çekdarî de ku li benzînxaneyekê derket, çar kes birîndar bûn, yek bi giranî.

Li benzînxaneyekê li Taxa Surekliyê ya li ser rêya Mardîn-Urfayê, ji ber sedemek nediyar, di navbera du koman de şerekî çekdarî derket.

S.S. (33), B.D. (66), AD. (21), û O.D. (28) di şer de birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên 112 yên Tenduristiyê yên Lezgîn û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambulansê ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.