Ji ber êrîşa bêmirov a Yemenê Balafirgeha Ramonê ji nû ve hat girtin

Ji ber êrîşa bêmirov a Yemenê Balafirgeha Ramonê ji nû ve hat girtin

PeyamaKurd - Îsraîlê Balafirgeha Ramonê ya li başûrê Îsraîlê ji ber êrîşeke wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) ji Yemenê ji nû ve girt.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bêmirovek ketiye herêma Be'er Ora (Geliyê Erebî) li başûrê Îsraîlê û sîren lê daye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hûrgiliyên bûyerê têne lêkolînkirin.

Daxuyaniyek paşê ji artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîşa bêmirov a li ser Geliyê Erebî ji Yemenê hatiye pûçkirin û sîren ji ber fikarên li ser ketina şarapnelê hatine aktîfkirin.

Hûsiyên li Yemenê hîn daxuyaniyek derbarê êrîşê de belav nekirine.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.