Şandeyên Amerîkî û Çînî li Madrîdê civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent û Cîgirê Serokwezîrê Çînê He Lifeng li Madrîda Spanyayê ji bo nîqaşkirina bacên gumrikê civiyan.
Şandeyên Amerîkî û Çînî piştî hevdîtinên li Cenevre, London û Stockholmê, çaremîn gera danûstandinên bazirganiyê li Madrîdê li dar dixin.
Hevdîtinên di navbera Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Bessent û Cîgirê Serokwezîrê Çînê He de heta 17ê Îlonê berdewam dikin.
Hevdîtin, ku li ser bacên gumrikê, kontrolkirina hinardekirinê û pêşeroja TikTokê sekinîn, li Wezareta Karên Derve ya Spanyayê li Madrîdê pêk hatin. Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares pêşwazîya şandeyan kir.





