Çekdaran li Efrîniyan xist û pereyên wan dizîn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku komeke çekdar êrîşî otomobîleke xelkê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê kiriye û pereyên wan jî dizîne.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, li bajarokê Reco yê Efrînê, pêr komeke çekdar rê li pêşiya erebeyekê qutkiriye, li siwariyan xistiye, pere, zêr û tiştên bi jinan û mêran re şêlandine.
Herwiha camên otomobîlê jî şikandine û piştre reviyane.
Nehatiye zanîn bê ew koma êrîşkar kîjan e, lê beriya niha jî gelek caran xelkê Efrînê rastî êrîşên çekdaran hatibûn.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




