Li Semsûrê du malbat pevçûn: 5 birîndar û 15 desteserkirî

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li gundê girêdayê navendê yê Harûnê (Olgunlar), di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di demekî kurt de pevçûn wergeriya lihevxistinê.
Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan û yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Cendirme mudaxeleyê navbera wan kirin û tedbîran sitendin.
Di şer de 5 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê (Adıyaman).
Piştî bûyerê, terefdarên malbatan çûn nexweşxanê û li wê derê hêzên asayîşê 15 kesn xistin binçav.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




