PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Midîriyeta Îdareya Taybet a Xizmetguzariyên Riyê ya Xarpêtê, barîna berfê û bagereke dijwar li deverên bilind ên bajêr dewam dike.
Ji ber berfê riya 9 gundan li navçeya Madenê û ya 8 gundan jî li navçeya Xulaman (Alacakaya) ji çûnûhatinê re asê bûye.
Her weha hat ragihandin ku ji ber barîna berfê riyên 2 gundên navçeya Elkê (Bêşebab) a Şirnexê jî ji çûnûhatinêr re asê bûne.
Hat ragihandin ku ekîbên peywirdar hewl didin riyan ji çûnûhatinê re vekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin