PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê birayên ku di navbera wan de pirsgirêka mîrasê hebû, li ber salona dawetê pevçûn. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. Birayên ku pevçûn F.B. (28) û F.B. (37) pevçûna wan heya kişandina çekan çû û di encamê de F.B. (37) û 2 kesên bêrî yên bi navên H.O. (29) û M.K. (10) birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê. Kesê êrîşker F.B. (28) ji terefê tîmên cendirmeyan de hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin