PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD-QSD) Mezlûm Ebdî bersiv da gefên hilweşandina Rêveberiya Xweser ên rejîma Sûriyê û got, “Bêyî Rêveberiya Xweser û Kurdan çareserî li Sûriyê pêk nayê.”
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke digel kanala Erebiye de dibêje, rêbazê Komîteya Destûrî ya tê nîqaşkirin, şaş e û bêyî beşdarbûna nûnerên rast ên Sûriyê, ti carî bi ser nakeve.
Li ser pêşketinên Rejîma Sûrî li Idlibê û vegerandina axa Sûrî ji kontrola xwe re, Mezlûm Ebdî da zanîn: “Ez dibînim ku ne pêkane welat vegere mîna rewşa berî 2011an û di vê çarçoveyê de roleke mezin û pêşeng a Kurdan û hemû pêkhateyên din ên Sûrî heye”
Fermandarê Kurd destnîşan kir, “Rêveberiya Xweser projeyeke li ser erdê ye û eger bi rengekî rast li vê projyê neyê nêrîn, çareserî li Sûriyê pêk nayê”
Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê jî Mezlûm Ebdî got, “Rêbazê leşkerî ti carî nabe riya çareseriyê, ya girîng bi riya guhertineke demokratîk, zehmetiyên gelên Sûriyê bi dawî bibin.”
Ebdî di hevpeyvîna xwe de qala danûstandinên ji bo çareseriyê jî kir û diyar kir ku, “bêyî Rêveberiya Xweser hemû civîn û danûstandin bin ketin, ji ber bi navê Sûriyan bûn, lê bi destê dewletan e.”
Fermandarê Giştî yê HSDê rêbazê Komîteya Destûrî wekî “şaştî” bi nav kir û wiha got: “Ew dûrî biryara Konseya Ewlekariya NY ya 2254 e. Ji ber ku divê her kes beşdar bibe. Ji lewre em dibêjin çareseriyeke Sûrî, Destûreke Sûrî û Danûstandinên Sûrî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin