Mesrûr Barzanî li Urdinê bi Qral Ebdullah re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Îro yekşemê (19.01.2025) Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşr bajarê Emmanê yê Urdinê û ji aliyê Qral Ebdulahê Duyem, Qralê Urdinê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina hevkarî û hemahengiya navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirina di warên cuda de hate kirin.
Qral Ebdullahê Duyem silav û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kirin. Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dostane yên Urdinê li gel Herêma Kurdistan û Iraqê di hemû waran de kirin.
Serokwezîr pesnê hewildanên Qraltiya Haşimî ya Urdinê ya bi serokatiya Qral Ebdullahê Duyem ve ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn veda.
Derbarê rewşa Sûriyeyê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya rêkeftina agirbesta li Xezeyê û pêkanîna aştiyeke berfireh a li herêmê kirin.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.