PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) Lord Michael Ashcroft kir. Di civînê de Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê li hev guhertin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 28ê Îlona 2026ê, pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û kesatiyê navdar ê Birîtanyayî Lord Michael Ashcroft kir.
Di hevdîtinê de Lord Ashcroft, ku Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) ye, kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û armanca serdana xwe eşkere kir, ku bo zêdetir têgihîştina xebat û qurbanîdanên xelkê Kurdistanê ye.
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û deverê li hev guhertin.