PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema salvegera damezrandina Navenda Laleşê ya Êzîdiyan peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de ragihand ku Navenda Laleşê bo çanda Kurdan xizmeteka baş dike û bi taybetî rola wê di parastina çanda Kurdên Êzîdî de zêde ye. Barzanî got ku desteka wî bo endamên Navenda Laleşê dê her dewam bike û bo navendê serkeftinê xwest. Barzanî di peyama xwe de weha dewam kir:
“Bi sedema 27 emîn salvegera damezrandina Navenda Laleşê, ez serokê navendê, endamên wan û temamê birayên Êzîdî pîroz dikim û hêvî dikim xebata navendê her berdewam be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin