Doktorê 'free Burma rangers' a Amerîkî jiyana xwe ji dest da

Doktorê 'free Burma rangers' a Amerîkî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Endamê Rêxistina free Burma rangers a Amerîkayê ku îro li gundekî Til Temirî bi topbarana artêşa Tirkiyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê karwana bijîşkên Rêxistina free Burma rangers a Amerîkayê ya pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ên di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 endamên rêxistinê birîndar bûn.

Birîndar rakirin navçeya Til Temirê. Endamê rêxistinê Dr. Zaw Senk ku ji Thailand e (37) ji ber xedariya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê ragihandina HSDê Mustefa Balî li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser wê êrîşa tîmên tenduristiyê sersaxî ji Rêxistina free Burma rangers a Amerîkayê re xwest.

Armanckirina tîmên tenduristiyê di nav şeran wekî sûcekî şer tê naskirin ku beriya niha jî li Girê Spî karwaneke tenduristiyê hatibû topbaran kirin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin