PeyamaKurd – Li bajarê Kirmaşanê jinekê xwe şewitand û li Kamyaranê jî jinekê bi dermanan xwe kuşt.
Malpera Mafê Mirovan a Hengaw ragihandiye, duhî li bajarê Kirmaşanê jina bi navê Kubra Sidîqî ji ber pirsgirêkên nav malbatê agir berda xwe û xwe şewitand.
Li gorî agahiyan, wê jinkê ku ji ber şewatê giran birîndar bibû, di rêka nexweşxanê de can da.
Li bajarê Kamyaran yê Sine jî, jina bi navê Şerare Batmanî, ku demekî beriya niha ji hevjînê xwe cuda bibû, bi xwarina dermanan xwe kuşt
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin