PeyamaKurd - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo piştgiriya şaredarên HDPê yên ji kar hatine dûrxistin gihişt Amedê. Îmamoglu bi şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Selçuk Mizrakli, Parlementerê HDPê Garo Paylan re di civîneke rojnamevaniyê de axivî: “Hikûmeta Tirkiyê li dijî dengdêr û nûnerên HDPê cudakariyê dike û ev siyasetek metirsîdar e.”

Îmamoglu got: Di hilbijartinên 31ê Adarê û 23ê Hezîranê de demokrasiyê qezenc kirin û vîna xwedîderketina li demokrasiyê li Stebolê berceste bû. Gelek têgihîştinên giştî hene ku me demokrasî, komar, desthilatdariya hiqûqê û vîna netewî li ser ava kiriye. binpêkirin û bênirxkirina van têgehan jî li dijî demokrasî, yekîtiya me ya netewî û komara me ye.
Herwiha Îmamoglu got: Desthilatdarî bê şert û merc ya milet e û serkeftin serkeftina gel e. Tayînkirina qeyûman bo şaresariyan xeflet û delalet e. Li cihê kesên bi hilbijartinê hatine û bê hilbijartin biçin, demokrasî û desthilatdariya hiqûqê namîne.
Ekrem İmamoğlu kayyım atanarak görevden alınan belediye başkanları Selçuk Mızraklı ve Ahmet Türk ile görüşüyor:
— Artı Gerçek (@artigercek) August 31, 2019
İstanbul'dan size selam getirirdim. Umutluyum, bu sıkıntılı günleri aşarız https://t.co/4U5utx4GSa pic.twitter.com/W8nHqsuQi9
Îmamoglu tekez kir: Her kesê bi hilbijartinê hatine li kû derê Tirkiyê be, xwedî nirx in. Hin partiyên siyasî û kesên hatine hilbijartin bê sizadan û kiryarên cuda li hember wan bên kirin, gelekî xeternak e û nayê qebûlkirin. Mixabin li Diyarbekir, Wan û Mêrdînê li dijî şaredarên wan cudahiyek hatiye nîşandan û em jê dilgiran in.
‘DIVÊ DERBARÊ ŞAREDARIYAN DE DADGEH BIRYARÊ BIDE NE HIKÛMET’
Li ser jikardûrxistina şaredarên HDPê jî got: Partiyên siyasî, parlemanter û şaredarên wan yan di nava hiqûqê de ne, yan li derveyî hiqûqê ne û aliyê derbarê wan de biryarê bide dadgeh e, ne hikûmet e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin