PDK: “Hinek teref mafê xwepêsandanê bo armancên xwe yên siyasî bikartînin”

PDK: “Hinek teref mafê xwepêsandanê bo armancên xwe yên siyasî bikartînin”

PeyamaKurd- Partiya Demokrata Kurdistanê li ser babeta bûyerên ku çend roj berê qewimîbûn, peyamekî belav kir. PDK di beyana xwe de got:

“Em bo mafê xwepêşandanê û protestoyan rêz digrin lê hin kes û teref dest bi şiddetê kirin û dixwazin xwepêşandanan bo armancên xwe yên siyasî bikarbînin.”

PDK ragihand ku xwepêşandan û protestokirin, di civakên demokratîk de nîşanên serbestiya beyankirina fikrane. Di beyanê de PDK weha dewam dike:

“PDK, destekvanê mafên rewa yê xelkê Kurdistanê ye. Bi terefên din yên siyasî re yên di doza xwe de samîmîne, bi wan re bo çareserkirina pirsgirêkan, destekê dide hewl û xebatên Hukumeta Herêma Kurdistanê. Kesên ku xwe xistine nava xwepêşandanên rewa û nexweşxaneyan, dezgeyên hukmî û dezgeyên terefên siyasî dişewitînin, kesên ku bi keviran li wan didin, weka ‘xwepêşandêr’ nayên qebûlkirin. Em dibêjin divê ew kes an teref bên darizandin.”

PDK bertekekî tund nîşanê wan kesên ku mafên protestoyê û xwepêşandanê provoke dikin da û weha got:

“Em di wê baweriyê de ne hemwelatiyên ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandanan dikin, bo me şiklekî tevlîbûna pêvajoyê ye. Lê hinek kes xwe di nava xwepêşandêran de vedişêrin û dixwazin xwepêşandanan bo mafên xwe bikarbînin û şiddetê bikin. Van tiştan nayên qebûlkirin.

Êrîşên bo ser dezge û rêxistinên hukumetê û terefan, çawa zerarê dide aştiya civakî, her weha hedefa xwepêşandanan şaş dike, dibe sedema amadekariya tevliheviyê û kaosê. Ev hemî tiştên han, aşkeraye ku destekê nadin çareseriya pirsgirêkan.

Em weka PDK, destekvanê daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê ne. Em dibêjin divê bo çareseriya pirsgirêkên hemwelatiyên Kurdistanê, pêwiste destekê bidin hukumeta Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin